Li Pakistanê êrişa xwekujî: Bêtirî 100 kuştî û birîndar hene

Beriya hilbijartinên giştî yên li Pakistanê êriş û teqîn zêde bûne.
Li eyaleta Belucistan a Pakistanê êrişeke xwekujî pêk hat.
Di êrişê de bêtirî 100 kes mirin û birîndar bûn.

Li eyaleta Belûçîstan ya li rojavayê Pakistanê ku jimareke zêde ya komên tundraw lê ne, êrişek xwekujî pêk hat.

Di êrişa ku heta niha kesî berpirsyariya wê li xwe negirtî de, bêtirî 100 kes mirin û birîndar bûn.

Mirovên ku ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê H.z Mihemed hatin ba hev, di êrîşê de hatin hedefgirtin.

Li Pakistanê êrişa xwekujî: 52 kes mirin

Di êrîşa xwekujî de, herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku bêtirî 50 kes birîndar bûne.

Hîna kesî berpirsyariya êrîşa ku li Belûçistana ku dikeve rojavayê welêt û komên çekdar bi giranî çalakiyên çekdarî lê dikin, negirtiye ser xwe.

Li welat wê di meha Çile de hilbijartinên giştî bên kirin.

Beriya hilbijartinan êrîşên bi xwîn zêde bûne.

Alîkarê Rêveberiya Giştî yê Polîsan Munîr Ehmed ji Reutersê re got:

“Êrîşkar xwe li nêzî wesayîta Alîkarê Rêveberiya Polîsan teqand.”

Di êrişê de rêveberek polîsan miriye

Di nav kuştiyan de efserê pilebilind ê polîs Mihemed Navaz jî heye.

Rayedar agahî parve kir ku êrîşa li bajarê Mastungê li nêzî kampusa mizgeftê ya ku ji bo Mewlid Qendîlê betlaneya fermî hatibû îlankirin û li vir bi sedan kes ji bo pîrozkirina rojbûna pêxember li hev civiyan pêk hat.

Tahrik-i Tuleba-yi Pakistan (Tevgera Talîbana Pakîstanê, TTP) ku gelek rêxistinên tundrew jî di nav de ne, sûcdariyên li dijî rêxistinê red kir û diyar kir ku ti eleqeya wê bi êrîşê re nîne.

Piştî bûyerê gelek ambûlans sewqî herêmê kirin.

Medyaya Pakistanê ragihand ku hejmara birîndaran ji 100’î derbas bûye.

Berpirsê Tenduristiyê yê Herêma Mastung Ebdul Reşîd diyar kir ku cenazeyên 30 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane rakirin nexweşxaneyê û cenazeyên 22 kesên din jî rakirin nexweşxaneya duyemîn.

Back to top button