Tecîrda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Hannover a Almanyayê hat şermezarkirin.
Li Hannoverê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinê ya Ronahî, li dij tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Rojava mîtîng hat lidarxistin.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê destpê kir.
Piştre ciwanan axivîn û gotin:
“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin û li berxwe bidin.”
Hevseroka Meclîsa Jinê ya Ronahî jî destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan e.
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Li Belçîka, Almanya û Fransayê xiyaneta PDK’ê hate şermezar kirin