Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê 4 şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi merasîmekê şehîd Silava Remedan, Vejîn Jiyan, Weid Xelûf û Ozgur Ronî bi bîr anîn.
Merasîm li hola navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê bi beşdariya malbata şehîd Silava Remedan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û sazî û şêniyên navçeyê li dar ket.
Di serî de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê Nûr Ebas fedakariya şehîdan û rola wan di parastina welatan de anî ziman.
Piştre bi navê malbata şehîd Silava Remedan, dayika wê Remziye Remedan axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hat pêşandan.