Koordînasyona Komalên Ciwan: Divê her cih veguhere berxwedana Zapê

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir û got: “Divê her cih bibe qada berxwedanê.”

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Êrîşên îmhayê yên ku di sala 2021’an de li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê dabûn destpêkirin, coşa faşîzma Tirk di qirika wê de hişt.

Divê ji Rojava heta Rojhilat, ji Mexmûrê heta Şengal, ji Bakur heta Başûr û heta Ewropayê, her cih bibe qada berxwedanê.

Divê her cih bibe Zap û Avaşîn, li dijî dijmin bi berxwedana gerîla her der bikevin nava liv û tevgerê.

Divê ciwan û jinên leheng ên Kurdistanê jî ji Bakur heta metropolên Tirk, ji Başur heta Ewropayê li dijî hedefên dijminên faşîst bikevin nava seferberiyeke şoreşgerî. “

Back to top button