Jimartina dengan li Amerîkayê dewam dike

Ji bo diyarkirina endamên nû yên Meclisa Nûneran û her wiha 35 endamên Kongresê, doh li Amerîkayê hilbijartinên navber pêk hatin.
Jimartina dengan hê dewam dike.
Lê li gorî encamên pêşî, Komarger ji bo Meclusa Nûneran û Demokrat jî ji bo Senato li pêş xuya dikin.

Hêza desthilat li Amerîkayê Demokrat û rikberên wan Komarger ji bo bidestxistina serweriya li Meclisa Nûneran û Kongresê di nava pêşbaziyê de ne.

Ji bo vê doh 40 mîlyon kesî dengê xwe bikar anî.

Her çendî jimartina dengan hê dewam dike jî lê li gorî encamên pêşî diyar e ku wê Komarger hejmara zêde a Meclisa Nûneran bidest bixin.

Lê ev yek li gorî encama anketên beriya hilbijartinê pêk nehat.

Lewam serkeftina ku Komarger li bendê bûn bidest nexistine.

Li gorî encamên ragihandina Amerîkayê parvekirine, li eyaletên Colorado Connecticut (Konetîket) û New Hampshire komarger biserketin.

Ev hersê eyalet ji bo serweriya Senato xwedî girîngiyeke mezin in.

Ji bo serweriya Senato demokrat li pêş xuya dikin

Yek ji eyaletên girîng ên vê hilbijartinê jî Pennsylvania bû.

Li gorî encama dawî namzetê Komargeran ên bi asilê xwe Tirk Mehmet Oz li hemberî rikberê xwe ê demokrat John Fetterman têk çû.

Namzetê komrager Mehmet Oz biserneket

Ev encam ji bo bidestxistina serweriya demokratan li Senato, xwedî girîngiyeke mezin e.

Her çendî heta vê gavê encamên dawî eşkere nebûne jî lê li gorî rewşa heyî, Komarger xwedî 47 û Demokrat jî xwediyê 48 kursiyan e.

Back to top button