Jinên Başûrê Kurdistanê ragihandin ku divê jinên siyasetmedarên Başûr li beramberî girtina Siyasetmedara Kurd Azime Arsûn xedî helwestek ciddî bin û PDK jî dev ji kiryarên xiyanetkirinê berde.
Têkildarî binçavkirina siyasetmedar Kurd Azime Arsûn ji aliyê PDK’ê Jinên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan
Jinan di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:
“Em wek jinên Başûrê Kurdistanê binçavkirina Siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn ji aliyê hêzên PDK’ê ve şermezar dikin.
Bê guman ev kiryar xiyanetkarane ye.
Ji bilî xizmetkirina ji faşîzma Tirkiye û desthilata hovane ya Erdogan û dagirkeran re, ti sûdê nade xeta azadiya gelê me.”
Jinên Başûr daxwaz ji PDK’ê ya ku bûye hevkar û piştevanê dagirkeriya Tirkiyê re kirin ku êdî dev ji vê xiyaneta xwe berdin.
KCK têkildarî Azîme Arsû ku li Hewlerê hate binçvakirin daxuyanî da



