“Tirkiye dê çeteyên xwe bişîne Ukraynayê jî”

Piştî Lîbya û Qerebaxê, istixbarata dewleta Tirk amadekariyan dike ku çeteyên xwe yên li Sûriyê, bişîne Ukraynayê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, hefteya derbasbûyî fermandarên istixbarata Ukrayna û yên dewleta Tirk civiyane.

Çavkaniyê anî ziman ku, di vê civînê de, Ukrayna destek ji Tirkiyê xwestiye.

Têkildarî heman mijarê, rojnameya El-Nehar El-Erebî ragihand ku piştî civîna navborî, dewleta Tirk ji serçeteyên xwe yên li Sûriyê daxwaz kiriye ku amade bin da berê xwe bidin Ukrayna û tevlî şerekî gengaz ê di navbera wê û Rûsyayê de bibin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku demildest navendên qeydkirina navên çeteyên dixwazin biçin Ukraynayê, hatin vekirin…

Li gorî agahiyan, Tirkiye halê hazir amadekariya xwe û şandina 7 hezar çeteyî dike.

Back to top button