Li Şengalê, Rêveberiya Xwecihî xebatên xwe yên avdanî û xizmetguzariyê di şert û mercên zehmet ên vîrûsa Corona de jî, didomîne. Ji bo pêşîgirtina li vîrûsê jî gelek tedbîr ji aliyê tenduristî, nexweşxane û bazaran de hatine girtin.
Lê ji bo şênî perîşan nebe, hem MXDŞ, hem jî saziyên xizmetguzariyê, şaredarî û meclisên gel bi tevkarî xebatên xwe didomînin.
Di vê der barê de, şareradariya navçeya Borik, rêya diçe nexweşxane û gund çêkir.
Xebatkarên şaredariyê da zanîn ku wê hem rêya nexweşxaneyê, hem jî rêya nava gund çêbikin.