Meclisa Jinan darizandina siyasetmedar û endamên HDP’ê şermezar kir

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî darizandina siyasetmedar û endamên HDP’ê bi navê doza Kobanê, ji aliyê hikumeta Tirk ve şermezar kir û got ev dadgeh ne qanûnî ye û têkiliyên dewleta Tirk û DAIŞ`ê nîşan dide.

Meclisa Jin destnîşan kir ku bajarê Kobanê bû sembola berxwedanê û piştgiriya navneteweyî girt.

Ev dadgeh bi hemû aliyên xwe ne qanûnî ye, nîşaneya girêdana xurt a hikumeta Tirk û DAIŞ`ê ye ku wekî tolhildana têkçûna DAIŞ`ê pêk tê.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li hemû hêzên cîhanê yên li dijî DAIŞ`ê kir, ku îro jî li hemberî hikumeta Tirk bisekinin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî jî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyne.

Back to top button