
Careke din çeteyên DAIŞ’ê êrişî bendeke pêşmergeyan kir. Vê carê jî li navçeya Kifrî ya Silêmaniyê êriş pêk hat. di encama êrişê de Pêşmergeyek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.
Êriş duh derdora saet 11’ê şevê li ser riya gundê Gopanê yê Kifrîyê pêk hat.
Çeteyan bi 6 motorsîkletan êrişî bendeke pêşmergeyan kirin û di navbera wan de heta demekê pevçûn dewam kiriye.
Di encamê de Pêşmergeyê bi navê Mihemed Mensûr şehîd dibe.
Ji bilî wî, 3 pêşmerge jî birîndar dibin.
Ew jî, Bekir Qadir Seîd (37), Yehya Adil Ferec (32) û Şaxewan Qadir Seîd (35) ne.
Berî sê rojan, 27’ê Mijdarê bi heman rengî çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Keleco yê Silêmaniyê êrişî peşmergeyan kiribû.
Hingî jî 5 peşmerge şehîd bûbûn û 4 jî birîndar bibûn.