Li bajarê Suweydayê daxwaza hilweşandina hikûmeta Şamê tê kirin

Bi ketina lîreya Sûrî beramberî dolar û buhabûna tiştan, welatiyên Sûrî rû bi rû bi dijwariyên jiyanê re dimînin.
Ji ber vê yekê careke din durişmeyên hilweşandina hikûmeta Şamê û çûna El-Esed ji ser desthilatê vegerîn.
Lê vê carê ev daxwaz a alîgirin hikûmeta Şamê bi xwe ye.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro bi dehan Sûrî li pêşiya avaniya Seraya ya bajarê Suweyda ji ber paşveçûna aboriya Sûrî, bilindbûna nirxan û rewşa zehmet a jiyanî xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşanderan dirûşmeyên hilweşandina hikûmeta Şamê, Sûriyê ya me ye û ne ya mala El-Esed e û derketina hêzên Îranî û Rûsî ji Sûriyê gotin.

Wê Qanûna Qeyser 17’ê Hezîranê bikeve meryetê.

Lê vê yekê bi têrê kiriye ku LS li pêşberî dolarî Amarîkî têk biçe.

Ji ber bilindbûna dolar duh li herêmên hikûmeta Şamê hinek bazirganan dikanên xwe girtin û buhayê tiştan bilind kirin.

Duh jî ji ber heman sedeman şêniyên parêzgeha Derayê xwepêşandanek li dijî hikûmeta Şamê li dar xistin.

Back to top button