HPG’ê: Li herêma Metîna 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk dewam dikin.
Di çalakiyan de, Li Metînayê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, li Zapê jî derb li 2 dronan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla, raya giştî agahdar kir.

Li gorî vê;

Li Herêma Zapê, 11’ê Tîrmehê dornên li herêmê digeriyan bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de derb li 2 dronan hate xistin.

Li Herêma Metînayê jî,

11’ê Tîrmehê dadgirkerên li derdora Qada Girê Cûdî bûn armanca gerîllayên jin ên sekvan.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

12’ê Tîrmehê jî li Girê Amediyê leşkereke artêşa Tirk bi çalakiya sekvaniyê hate kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di nava 24 saetên dawî de,

16 caran bi teqemeniyên kîmyewî, 23 caran bi balafirên şer û 6 caran jî ni helîkopteran, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardiman kirin.

Back to top button