Ermenistanê û Azerbeycan li ser çareserkirina aloziya Qerebaxê li hev kir.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Ermenistan û Azerbeycanê li ser gelek gavên lezgîn bo çareseriya aloziya Qerebaxê li hev kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ev yek wê piştî danûstandinan pêk were.
Daxuyanî ji aliyê şanderên Rûsya, Fransa û Amerîkayê hat dayîn, ku herdu wezîrên navborî li Cinêvê civiyane û li ser gelek tiştan li hev kirine.
Ji wan, ne-armanc-kirina sivîlan, pev-guhertina termên leşkeran û pêşkêş-kirina lîsteyên dîl û girtiyan di nava hefteyekê de, da wan pev-biguherînin.
Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku herdu welat dê “mekanîzmeya agirbesteke ku dibe pêk were” nîqaş bikin.