Iraq..Li Besra şer rûda; 5 kes hatin kuştin

Iraq gav bi gav ber bi şerê navxweyî ve diçe.
Li besra di navbera komên çekdar yên Sadir û Esayib de şer derket.
Di encamê de 5 kes hatin kuştin.
Piştî gefa tund a Tevgera Sadr, Qeys Xez Elî biryara girtina hemû baregehên Esayib Ehlî Heq da û got:
Her kesekî ku bixwaze kûderê bişewitîne, bila bişewitîne.

Iraq piştî têkçûna deshilata dîktator Sedam Huseyîn, yekem car ewqas bitirse.

Şevê din li Besra ev metirsî mafdariya xwe da nîşandan.

Di navbera çekdarên Tevgera Sadr û çekdarên Esayib Ehlî Heq ên girêdayî Qeysî Xez Elî şer rû da.

Di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Tê gotin şer ji ber derbasbûna karwanê leşkerî yê çekdarên Seraya Selam a li ber baregeha Esayib Ehlî Heq ya li taxa Biraziye ya Besra bû.

Dema karwan derbas dibe, çekdarên Esayib çekdarên Seraya Selam gulebaran dikin û ew jî bersiv didin.

Hate hîmbûn ku heta saetên sibehê şer dewam kir.

Di şer de çekên sivik û giran hatin bikaranîn.

Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê, ragihand ku rewşa ewlehiyê ya Besra di bin kontrolê de ye û hêzên ewlehiyê li tevahiy parêzgehê bilav bûne.

Şaneyê eşkere kir ku li ser bûyerê lêkolîn dewam dike.

Xez Elî: Kî ku dixwaze, bila bişewitîne

Piştî şerê rûdayî navbera aliyan aloz bû.

Wezîrê Sadr Salih Mihemed Iraqî, îro bi tundî gef li Serokê Giştî yê Esayib Ehlî Heq Qeys Xez Elî xwar û got:

“Eger tu çekdarên xwe yê bêşerm kontrol nekî, xwe ji bikujan bêpar nekî, yan jî îspat nekî neyên tene, tu bê çavî.”

Piştî vê daxuyaniyê Serokê Giştî yê Esayib Ehlî Heq Qeys Xez Elî jî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek parve kir û bersiva Wezîrê Sedir Salih Mihemed Iraqî da.

Heq Qeys Xez Elî got:

“Birayan û hezkiriyan, bi Hisên sond dixwim ku ti bersivek tund a van êrişên xerabkaran ên dikin li ser min nedim.”

Xez Elî biryara girtina hemû baregehên Esayib da

Qeys Xez Elî daxwaz ji Esayib Elhî Heq kir ku hemû baregehên xwe bigire û got:

“Her kesekî ku bixwaze kûderê bişewitîne, bila bişewitînin, guh nedinê, wê Xwedê heqê we bide.

Yên ku dixwestin rewşê têk bidin, derfet ji dest dane û plana wan şikest, lewma van axaftinan dikin.”

Back to top button