Dadgeha Bilind a Federal wê biryarê ser çarenivîsa Parlamentoya Iraqê bide

Tevgera Sadr di pêkanîna hilbijartina pêşwext de, bi biryare.
Ji bo ev yek jî pêk were pêwiste despêkê parlamento were jinavbirin.
Piştî gurbûna aloziyê Dadgeha Bilind a Federal wê li ser çarenivîsa parlamentoya Iraqê biryarê bide.

Fesihkirina Parlamentoya Iraqê yek ji daxwazên Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sadre û wî doz vekiriye.

Heta niha rûniştina Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 2 caran hatiye paşxistin.

Di destpêkê de biryar bû rûniştin di 17’ê Tebaxê de pêk were, paşê ji bo 30’ê Tebaxê hatibû paşxistin.

30’ê Tebaxê jî rûniştin hatibû paşxistin.

Berê Meclîsa Bilind a Dadweriyê ya Iraqê fesihkirina Parlamentoya Iraqê red kiriye û ragihandibû ew biryar di destê wan de nîne.

Di nava demên derbasbûyî de, alîgirên Sadr li ber derê navenda Dadgehê xwepêşandan pêk anîbûn û ev yek bû sedema karê Dadgehê bû demekê raweste.

Back to top button