Li sînorê Libnanê êrişî tanka Îsraîlê hat kirin

Îsraîl ji tevgera li sînorê bakurê welat bifikare.
Ji ber wê tevî şerê li Xezayê, çavek xwe jî li sînorê Libnanê ye.
Artêşê ragihand ku ji sînorê Libnanê êrişî tankek wan hatiye kirin.
Sererkanê Îsraîlê jî dibêje ew ji bo şerê li Libnanê amade ne.

Di demekî ku artêşa Îsraîlê Xeza daye ber xwe, li sînorê bakurê wî welatî şer dijwar dibe.

Êdî şerê li sînorê Îsraîl û Libnanê jî dijwar dibe.

Artêşa Îsraîlêragihand ku di encama gulebarana ji Libnanê de tankek wan hatiye derbkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatiyekî Îsraîlî jiyana xwe ji dest daye.

Hizbullaha Libnanê jî piştrast kir ku wan li ser sînor êrîşek li dijî komek leşkerên Îsraîlê pêk anîne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku sîstema wan a parastina mûşekî balafirek bêmirov ya ji Libnanê hatî şandin xistine.

Sererkanê Îsraîlê: Em amade ne êrîşî Libnanê bikin

Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî ragihand ku artêş xwe ji bo êrîşeke mezin li ser LIbnanê amade dike.

Halewî ku leşkerên li ser sînorê Lubnanê ziyaret kir got,

“Em her kêliyê ji bo êrîşa li Bakur amade ne:

Em dizanin dibe ku ev yek pêk were.”

Halewî bi domadarî ev tişt anî ziman:

“Armanca me ew e ku ne tenê li Şerîda Xezayê, li tevahiya sînor jî rewşeke ewlekarî ya baş çêbikin.”

Libnan: Îsraîlê êrişî maşîneyeke sivîlan kir

Hizbullahê îdia kir ku li gundekî başûrê Libnanê îsraîlê bi balafireke bêmirov êrişî maşîneyeke sivîlan kiriye.

Di êrîşê de 3 zarok û dapîra wan mirin.

Piştî vê Hizbullahê bi roketan êrişî Kiryat Şîmona kir.

Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîkatî jî hedefgirtina sivîlan ji aliyê Îsraîlê ve weke “Êrîşeke li dijî Libnanê” û “sûceke hovane li dosyeya sûcên dagirkeriyê zêde kirî” binav kir.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyakirin ku wesayît bi gumana çek vediguhest û ya terorîsta ye, ev êriş pêk hatiye.

Hate gotin, li ser bûyerê lêkolîn tên kirin.

Îsraîlê êrişî kampa Megazî kir: 51 kes mirin

Back to top button