Li herêma Bêçek hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan cihê hev dan ber topan

Di encama topbarana hêzên Hikmetê û çeteyan li Herêma Bêçek de, yek jê zarok 3 welatî birîndar bûn.
Duh li çolistana Hemayê erebeyek hêzên hikûmeta Şamê teqiya, di encamê de zêdtirî 17 leşkerên hikûmetê û komên girêdayî wê hatin kuştin û birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê ragihand ku hêzên hikmetê bi çekên giran gundewarê rojavayê Helebê topbaran kir.

Di encamê de, yek jê zarok 2 welatî birîndar bûn.

Her wiha di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ya li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê de welatiyek bi giranî birîndar bû.

Li xetên şer ên li gundewarê bakurê Laziqiyê, leşkerekî hikûmeta Şamê ji aliyê çeteyan bi sekvanî hate kuştin.

Hema-Di teqînekê de zêdetirî 17 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û birîndar bû

Şevê din li çolistana Hemayê erebeyek hêzên hikmeta Şamê teqiya.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku di encamê de 8 leşkerên hikmeta Şamê û komên girêdayî wê hatin kuştin û 9 din jî birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê, heta niha nayê zanîn erebe bi çi awayî hatiye teqandin.

Back to top button