Yekîtiya Jinên Ciwan a Hesekê ji bo 25’ê Mijdarê meşek lidar xist

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin. Kongra Star li Til Temir ji bo hêzên Ewlekariyê semînerek da. Meclisa Jin a PYD’ê li Reqa û Qamişlo jî panêl lidar xistin. Li Wargeha Mexmûrê Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekî starta 25 Mijdarê da.

Bi rasthatina 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê re, Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê meşke lidar xistin.

Jinên tevlî meşê bûn dirûşmeyên ‘Jin, Jiyana, Azadî’ berz kirin.

Meclisa Jin a PYD’ê ji bo 25’ê Mijdarê li Qamişlo panêlek lidar xist

Bi boneya 25’ê Mijdarê Meclisa Jin a PYD’ê bi dirûşmeya “Têkoşîn li dijî hemû cureyên tundiyê; Jin, Jiyan, Azadî” panêlek li ser lidarxist.

Panêl li navenda giştî a PYD’ê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna sazî û dezgehên jinan pêk hat.

Endama Meclisa Jin a PYD Zehra Semo axaftina vekirinê kir û got: Em weke jin di vê civakê de xwedî roleke girîng di avakirinên heyî de ji bo wê tu kes nikare rê li ber doza mafê azadiya jin bigre û tundiyê li ser wê bide meşandin.

Bi hêza jinan serkeftin mayînde ye.

Panêl bi nîqaşên jinan bi dawî bû.

Kongra Star li ser tundiyê li Til Temir semînerek da

Kongra Star li ser bingehê rêzeçalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê de ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Temirê semînerek da.

Semîner li ser tundiya ku her roj û kêlî jin pêre rû bi rû dimîne bû.

Di semînerê de hate diyar kirin ku hemû jin bi hev re dikarin encamên baş bidest bixin. Têkoşîneke hevpar lazim dike.

Meclisa Jin a PYD’ê li Reqayê ji bo 25’ê Mijdarê semînerek da

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî li bajarê Reqayê ji bo 25’ê Mijdarê semînerek diyalogê li dar xist.

Semîner bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hat.

Hemû sazî û partiyên siyasî, kesayetên sivîl û rewşenbîr bi armanca ravekirina cewherê tundiya li ser jinê beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de du mijar hatin nîqaşkirin.

A yekemîn tundiya li ser jinan ji aliyê civakî ve weke zewaca biçûkan û ya duyemîn jî tundiya siyasî weke pêkanînên hovane yên dewletan li dijî aktîvîstên ku mafên jinan diparêzin bûn.

Li Mexmûrê Starta 25’ê Mijdarê hat dayîn

Li Wargeha Mexmûrê ji aliyê Meclisa Îştar ve bi daxuyaniyek starta 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê hat dayîn.

Daxuyanî li ber derê Meclîsa Îştar, bi tevlîbûna dehan jinên wargehê destpêkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: Em li dijî komkujiyan têkoşîna xwe mezin bikin û dengê wan li dengê xwe zêde bikin.

Niha dema şoreşa jinê ya bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadi’ ye serkeftinê mîsogerkirinê ye.

Divê em çalakiyên xwe bigihînin lûtkeyê.

Back to top button