“Li dijî noker êdî divê em xwedî helwestbin”

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên beşdarî taziyeya şehîd Nejwan Ebdullah bû di bin konê sersaxiyê de axivî û got: Divê gel êdî hevkar û nokerên dijminên gelê kurd qebûl neke.

Ji bo Nejwan Ebdullah’ê ku 9’ê Tebaxê di encama êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû, doh li Şarezorê taziye hate danîn.

Endamên Tevgera Azadî, beşdarî taziyeya şehîd Nejwan Ebdullah bûn.

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên axivî û got:

“Ji bo ku êdî zarokên me nebin qurbanî û şehîdên bombebaranên dewleta Tirk ya dagirker, divê gel êdî hevkar û nokerên dijminên gelê Kurd qebûl neke.”

Back to top button