Parêzer Îshak Demîrel: Ji bo Îmraliyê qanûn pêk nayên

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD’ê ya Stenbolê Îshak Demîrel destnîşan kir ku “cezayên disîplînê” yên didin Rêber Apo derveyî hiqûqê ne û got: ” Heta tecrîd bi dawî nebe tiriye ji aliyê siyasî, aborî û civakî de aram nabe”
Nivîskar Pakrat Estûkyan jî diyar kir ku heta tecrîd hebe ew nikarin behsa çareseriya pirsgirêka kurd bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ev hemû serlêdanên parêzer û malbata Rêbertî yên bo hevdîtinê red dike û ev 33 mehe agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Parêzerê Rêber Apo herî dawî di 10’ê Cotmehê de, ji bo hevdîtina bi muvelîkên xwe re pêkbînin serî li Dozgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn.

Dozgerî di 13’ê Cotmehê de, ev serlêdan bersivand û diyar kir ku cezayeke nû yê disîplînê dane Rêber Apo.

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD’ê ya Stenbolê Îshak Demîrel têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo nirxandin kir.

Parêzer Îshak Demîrel anî ziman ku ji bo Îmraliyê qanûn pêknayên û got: “Çav û guhê gelê kurd li wir e. Her geşedaneke li wê dere, dê pêşiya kurdan veke.

Hikûmet ji ber vê yekê bi zanebûn sepanên derî hiqûqê berdewam dike.

Kanûna xwe binpê dike, derveyî peymanên navneteweyî, daxwazan bêbersiv dihêle.”

Îshak Demîrel: Sedeama cezayên disiplînê yê tecrîdê nayên eşkerekirin

Demîrel anî ziman ku ew hinceta cezayên dibin astengiya hevdîtinê nizanin û wiha berdewamî da axaftinê xwe:

“Em nizanin bê ka ceza çima hatine dayîn jî. Divê sedema cezadayînê, çawaniya wê û dîroka cezayê disîplînê jî bidin me, da ku em jî îtîrazê bikin.

Van agahiyan nadin parêzerên xwedî wekalet jî.”

Di berdewama axaftina xwe de Demîrel da zanîn ku rêxistinên mafê mirovan, DMME, NY taybet jî CPT bi pêdengiya xwe hevkarên sûcin.

Di dawiya axaftina xwe de Demîrel diyar kir ku heta dawî li tecrîdê neyê wê li Tirkiyê aramî ji aliyê rewşa siyasî, aborî û civakî de pêk neyê.

Ji îmzevanê ‘Banga Aştiyê’ Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye

Ji îmzevanên deklarasyona “Banga Aştiyê” nivîskar Pakrat Estûkyan jî derbarê tecrîdê de axivî

Estûkyan destnîşan kir ku tecrîd astengiya herî mezin a li pêş çareseriyê ye.

Heya tecrîd hebe, em ê nikaribin behsa pêvajoya çareseriyê bikin.

Pakrat Estûkyan anî ziman ku deklarasyona “Banga Aştiyê” di warê çareserkirina meseleya kurd gaveke girîng e, lê bi tena serê xwe têr nake.

Divê teqez tecrîd rabe.

Jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê: Em ê xwe bi fikrê Rêber Apo biparêzin

Back to top button