Şêneyên Şêxmeqsûd: Tevî karesetê hikumeta Şamê dorpêçê didomîne

Piştî derbasbûna nêzî mehekê di ser erdheja 6’ê Sibatê re, çend kamyonên alîkarîya navneteweyî debasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên Helebê bûn.
Alîkarîyên derbasbûyî tenê pêdivîyên bicihbûnê ne û pêdiviyên jiyanî bo şêniyên mexdûr, peyda nakin.
Şêniyên li van taxan dibêjin rewş pir dijwar e.

Jiyan ji bo şêniyên li axa Eşrefî û Şêxmeqsûd yên Helebê zehmet derbas dibe.

Alîkariya ji bo herêmê tên şandin, ji çareserkirina vê pirsgirêkê re kêm dimîne.

Ji ber ku ev alîkarî tenê di asteke pêdiviyên rojane dikare pêk bîne.

20′ê Sibatê hikumeta Şamê hişt çend kamyonên alîkariyên navneteweyî yên ji gelê Sûriyê re derbasî herêmê bibin.

Lê hikumet hîna derbasbûna sotemenî, derman, ard û şîrê zarokan qedexe dike.

Koçbera li kampên taxa Eşrefiyê Emel Ehmed Deşrenî wiha dibêje:

“Em ji roja yekemîn a erdhejê ve li vir in, zarokên me hene.

Em û cîranên xwe li vir in.

Malên me derizî ne.

Em 3 malbat in û di vî konê de ne û em gelek astengiyan dikişînin.

Alîkariyên mirovî yên gihaştina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pir kêm in”.

Emel dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir û wiha pê de çû:

“Tevî karesatê hikumeta Şamê hîn her du taxan dorpêç dike.

Rewş li her du taxan kirêt e.

Kar jî sekinî ye. Rewşa giştî pir dijwar e.”

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê di rapora xwe ya dawî de diyar kiribû ku nêzî 60 hezar kes di hundirê her du taxan de koçber bûne.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê, Rêveberiya Xweser karwanekî alîkarîyan yê ji sotemenî, derman û hin pêdivîyên din şandibû, lê hikumeta Şamê li hemberî derbasbûna van alîkariyan bûbû asteng.

Back to top button