Doh bi merasîmeke girseyî cenazeyê fermandarê YPG’ê Şehîd Amed li goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hat oxirkirin.
Fermandarê YPG’ ê Şehîd Mihemed Balcik bi nasnav Amed, 11’ê Tîrmehê di encama krîza dil de li bajarê Hesekê Şehîd bû.
Merasîm bi beşdariya bi dehan şêniyên herêma Dêrikê destpê kir û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” Şehîd Amed hat veşartin.
Di merasîmê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û PYD’ê axivîn û sersaxî ji malabata şêhîd Amed re û hemû malbatên Şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya wan hat dayîn.