Li dijî dagierkiya dewleta tirk li Bşûrê Kurdistanê ne tenê meş, mitîng û çalakî li darin her wiha kampaniya îmzekirinê jî hatî destpêkirin.
Rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê dest bi kampaniya imzeyan kir.Endamê Hizba Komunîsta Kurdistanê Ebu Karwan Faris û şêniyên bajaroka Seyîdsadiq jî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirkiyê dan û gotin: Divê gel li hêviya Hikumeta herêmê nemîne û dengê xwe li hemberî dagirkeriyê bilind bike.
Rewşenbîr û nivîskarên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Kampaniya 20’ê Hezîranê bi riya înternet û telefonê hatiye destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku rewşenbîr Umît Qeredaxî dane, heta niha ji çar beşên Kurdistanê û derveyî welat bi sedan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar tevlî kampanyayê bûne.
Îmzeyên ku tên komkirin wê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re werin eşkerekirin û piştre pêşkêşî Parlamentoya Iraqê, Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê, Nûnertiya NY’yê û rêxistinên mafên mirovan bên kirin.
Kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin, dikarin bi riya van telefon û emaîlan tevlî bibin.
00964 770 144 67 45
00964 770 157 16 48
Emaîl: