Li Lozanê di 100 saliya peymana Lozanê de civîn tê lidarxistin

Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wê di çaroveya 100 saliya Peymana Lozanê de bi tevlêbûna nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî di 22-23’yê Tîrmehê de civînekê li dar bixin.

Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

” Berê sed salan lozanê bajarekê Swîsreyê ye, konferanseke navneteweyî-navdewletî hat lidarxistin û bi peymanek hate mohrkirin,Kurdistan hate parçe kirin.

Em dixwazin di salvegera 100’emîn a vê peymana reş de, helwesteke Kurdistanî derbixin holê.

Roja 24’ê Tîrmeha salvegera mohrkirina Peymana Lozanê ye, em ê bi daxuyaniyeke girseyî encamên konferansê ragihînin raya giştî ya cîhanê.

Ji çar aliyên Kurdistanê û dîasporaya Kurd wê kes li Lozanê kom bibin û bi yek dengekê bilind bang li wijdanê mirovahiyê û hemû dewletên dinyayê bikin û bibêjin:

Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de, em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û Peymana Lozanê red dikin.”

Back to top button