Xerîb Hiso: Armanc ne tenê PKK ye, qirkirina Kurd û Kurdistanê ye

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku armanca êrîşan li dijî Başûrê Kuridstanê ne tenê PKK ye lê belê tunekirina Kurd û Kurdistanê ye. Hiso da zanîn ku divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî mijara bikaranîna çekên kîmawî a li dijî gerîla bişopîne. 

Artêşa Tirk a dagirker ji 23 ‘yê Nîsanê ve li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin û heta niha gelek caran çekên kîmyewî û gazên jehrî jî bi kar anîne.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî vê mijarê ji ajansa Hawarê re axivî û diyar kir ku ev êrîş bi armanca dagirkirnê û şikandina vîna gelê Kurd pêk tên.

Xerîb Hiso diyar kir ku êrîşên dagirkeriya tirkiyê li ser herêmên Parastina Medyayê ne tenê planên dewleta Tirk, lê belê ev komployeke hevbeş di navbera Tirkiye û hevalbendên wê de ne.

Xerîb Hiso eşkere kir ku dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan şerekî dimeşîne, dixwaze bi taybetî Kurdên azad ji holê rake û da zanîn ku civaka navnetewî jî li hember vê yekê bê deng e.

Hiso diyar kir ku eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin û wê hîn kûrtir bibin.

Hevserokê TEV-DEM’ê bêdengiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk rexne kir û destnîşan kir ku ev bêdengî jî nîşaneya lihevkirina di navbera wan de ye.

Hevserokê TEV-DEM’ê di dawiyê de diyar kir ev êrîş ne tenê li dijî PKK’ê ye û anî ziman ev êrîş li dijî hemû Kurdan e û bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî kir ku mijara çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bi kar tîne, bişopîne.

Back to top button