Rêveberiya Xweser a Şengalê: Pêwîst e Şengal weke herêmek xweser di asta navnetewî de were naskirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang kir ku Şengal weke herêmek xweser di asta navnetewî de were naskirin.

Piştî Belçîka û parlamentoya Holandayê fermana 3 Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî, weke jenosîd, ango qirkirina Êzidiyan nas kir, Rêveberiya Meclisa Xweseriya Demkartîk a Şengalê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser a Şengalê got ku ew helwest û biryarên Belçîka û Holandayê girîng in û xwest ku biryar tenê ser kaxezê nemînin û di warê pratîkî de kar were kirin.

Rêveberiya Şengalê got ku di biryaran de behsa avakirina Şengalê tê kirin, lê tenê avakirin têrê nake û rê li ber fermanan nagire, pêwîst e Şengal weke herêmek xweser di asta navnetewî de were naskirin.

Hat diyarkirin ku heya niha weke tê xwestin kar li ser nasandina jenosîdê ya li ser civaka Êzidiyan nehatiye kirin û planên ku rê li ber fermanê vekir dewam dikin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê xwest kir ku welatên din jî xwedî biryar bin û bi taybet NY fermanê weke jenosîd qebûl bike.

Back to top button