Li Fransayê daxwaza mayinê ya bi hezaran kesî hate redkirin

Li Fransayê ji Cotmeha 2020’î heta Hezîrana 2021’ê zêdeyî 28 hezar welatiyan daxwaza mayina li Fransayê kir.
Hikumeta Parîsê ev yek red kir.

Li Fransayê, walîtiyê di nava 9 mehan de daxwaza 28 hezar kesî ya ji bo dirêjkirina dema mayinê red kirin.

Ev rêje li gorî salek beriya niha bi du qatî zêde ye.

Hate ragihandin ku daxwaza 28 hezar kesî ya sîstema giştî ya xera dikin an jî sûcên giran kirine hatiye redkirin.

Her wiha mafê mayinê yê 699 kesî ji destê wan hate standin.

Di çarçoveya qanûneke 1’ê Cotmeha par kete meriyetê de, rayedarên walîtiyê mafê dirêjkirina mayinê yê derdora 30 hezar kesî red kirin, mafê mayinê yê hin mirovan jî ji destê wan standin.

Ji bo redkirina mafê mayinê jî bi giranî ‘xerakirina sîstema cemaweriyê’ weke hincet hate nîşandan.

Hate ragihandin ku ji kesên daxwaza wan a mayinê hate redkirin 20 hezar û 79 kesî cara yekemîn serlêdana mayinê kiribûn.

Back to top button