Tebqa-Mîhrîcana Jinên Ciwan a şehîd Stêrvan bi dawî bû

4’emîn Mîhrîcana Jinan a Şehîd Stêrvan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Tebqa bi dawî bû.

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê, Mîhrîcan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî, serbixin azadî” li hola Navenda Çandê ya bajêr li dar xist.

Gelek kes ji sazî, rêxistinên civakî û bi sedan xelkê Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê tevli mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de, kesên axivîn mîhrîcan piroz kirin û weha gotin:

Ji bo piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, me mîhrîcan li dar xist.

Ji bo me, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd e.

Ev Mîhrîcan ber bi civakeke demokratîk û azad ve, gaveke mezin e.

Jinên Ciwan hewl didin ku bi rêbazên afirandî vê mîrasê ragihînin nifşên din.

Piştî axaftinan, komên beşdar berhemên xwe pêşandan.

Di mîhrîcanê de çalakiyên din jî li dar ketin.

Dawiyê diyariyên sembolîk li kesên ku tevli mîhrîcanê bûne, hatin belavkirin.

Back to top button