Şêniyên Minbicê: Tevî êrîşan em dev ji axa xwe bernadin

Hedefgirtina rasterast û rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, nahêlin cotkarên gundewarê Minbicê hilberînên xwe berhev bikin. Lê belê cotkar destnîşan dikin ku tevî van êrişan jî, wê dev ji axa xwe bernedin.

Welatiyê bi navê Dawûd El Hisên ê ji gundê Siyade yê bakurê Minbicê got:

“Rojane em tên topbarankirin. Lê ruxmî wê jî, em li vir in. Em dev ji axa xwe bernadin. Di oxira wê de em ê canê xwe feda bikin jî.

Dema em diçin nava zeviyên xwe dijmin rasterast gule li min direşînin.”

Welatiyê bi navê Mihemed El Hesen jî got:

“Rojane gund tê topbarankirin. Zarok, jin û temenmezin tên hedefgirtin.

Ruxmî wê jî, em ji wan re dibêjin, heta bimirin jî lê em ji malên xwe dernakevin.”

Mûsa El Selûm El Ebdullah ê ji gundên Dendeniye yê bakurê Minbicê got:

“Çinîna zeyûtnan dest pê kir. Ji ber mayînan em nikarin wan berhev bikin.

Min gelek mayîn di erda xwe de dît. Ji ber ku li eniya şer e.”

Welatiyê bi navê Mihemed El Tamir jî wiha anî ziman:

“Malên me tên hedefgirtin. Topbaran, tevgera gundiyan asteng dike.

Êdî em nikarin di nav zeviyan de kar bikin ku jêdera quta me ne.”

Back to top button