Hevserokê Saziya Çandê ya Reqayê Hesen Mistefa: Em ê li dijî êrişan têbikoşin

Rewşenbîrên ji Reqayê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê û gotin:
“Dewleta Tirk a gadirker dixwaze herêmê vala bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku plana dewleta Tirk a dagirker ew e ku bi rêya van êrişan herêmê parçe bike.

Hesen Mistefa bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û wiha got:

“Helwesta dewletên ku qaşo mafên mirovan û azadiyê diparêzin, cihê şermê ye.

Divê hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.”

Mistefa destnîşan kir ku wê xeta têkoşînê bidomînin û ti carî serî natewînin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran û çalakvanê mafên mirovan Şewax El Ehmed dazanîn ku armanca êrişên dagirkeriyê yên li dijî binesaziyê me, qirkirina gelên herêmê ye.

Şewax Ehmed bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî êrişan xwedî li erkên xwe derkevin.

Back to top button