Rêveberiya Xweser: Qedexeya derketina derve 80% pêk hat

Desteya Hundir ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku biryar û tedbîrên rêvberiyê yên têkildarî qedexeya derketina derve, ji sedî 80 ji aliyê şêniyan ve pêk hatiye. Kongreya Star û PYD’ê jî bang li gel kirin ku li gorî tedbîrên Rêvberiya Xweser tevbigerin.

Îro qonaxa 2. a ji tevdîrên rêveberiya xweser ya ji bo parastina şêniyan ji vîrûsa Corona kete merteyetê.

Di qonaxa 2. de, tevgera nava bajar wê hatiba rawestandin.

Hevserokê Desteya Hundir ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hecû têkldarî mijarê ji ajansa Hewarê re axivî.

Elî Hecû da zanîn ku biryara Rêveberiyê ya qedexeyê derketina derve ji sedî 80 ji aliyê şêniyan ve pêk hat.

Hecû destnîşan kir ku kes dikare di nava bajêr re bigere tenê ji bo kirîna nan û sebzeyan û tiştên ku pê debara jiyanê bû.

Hevserokê Desteya Hundir ya Rêveberiya Xweser Elî Hecû diyar kir ku biryarên hatîn girtin ji aliyê kî ve were şkandin wê were cezekirin û bang li şêniyên herêmê kir ku biryarên Rêvberiya Xweser cidî bigirin û bi hêzên ewlehiyê re alîkar bin.

Kongreya Star û Pyd’ê: Divê gel li gorî tevdîrên Rêvberiya Xweser tevbigerin

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî daxuyaniyeke nivîskî da û tê de bang li gel kir ku li gorî tedbîrên Rêveberiya Xweser tevbigerin.

Bi heman armancê Kongreya Star jî banga hişyariyê li her kesî kir û got, ger ji destpêkê ve vîrûs di dinyayê de cîdî hatiba girtin û bi taybet jî pêşî li belavbûna wê hatiba girtin wê rewşeke weha dernaketiba holê.

Kongreya Star bang li şêniyên herêmê kir ku bi awayekî cidî nêzî hişyarî û biryarên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê yên derbarê vîrûsa Coronayê bibin.

Back to top button