Şaneyek Ixwanî ku ji Tirkiyê dihat birêvekirin li Skenderiyê hat girtin

Hikûmeta Misirê îro ragihand ku wan şaneyeke girêdayî Tevgera Ixwanî ku ji Tirkiyê dihat birêvebirin, ji hev xist.

Derbarê mijarê de, Wezareta Hundir ya Misirê daxuyaniyek da û ragihand ku hejmareke ji şaneyek girêdayî Tevgera Ixwanî li parêzgeha Sekenderiyê ya beravê hatin girtin.

Li gorî wezaretê ev koma terorîst yekser ji aliyê rêveberên xwe yên li Tirkiyê dihatin birêvebirin.

Wezateta Hundir ya Misirê destnîşan kir ku ev şane bi riya rapor û bernameyên ragihandinê yên derew, gotegot û tevlîhevî di civakê de derdixistin.

Tê zanîn ku piştî hilweşandina hikûmeta Ixwanî ya Mihemed Mursî ya li Misirê, gelek giregirên Tevgera Ixwanî reviyan Tirkiye û Qeterê.

Li gorî hikûmeta Misirê, ev giregirên Ixwanî ji Tirkiyê û Qeterê şaneyên xwe yên razayî yên li welêt mayî, ji bo pêkanîna êrîşan li dijî dewletê bi kar tîne.

Back to top button