Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ji ber helwesta Swêd û Fînlandayê û qebûlkirina şertên dewleta Tirk a dagirker ji bo tevlêbûna NATO`yê, bertek nîşan da û got: “Em ji gelê Siwêd û Finlenda dixwazin ku li dijî van lihevkirinên neheq derkevin.”
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), derbarê lihevkirina di navbera Tirkiye, Siwêd û Finlenda de, daxuyaniyek da.
PYD’ê diyar kir ku dema ku Swêd û Fînlandiyayê daxwaza endamtiya NATO`yê pêşkêş kir, dewleta Tirk li ser her du welatan û li ser NATO`yê şantaj kir û rê li ber bazarên dûrî pîvanên demokratîk û peymanên mafên mirovan, vekir.
PYD’ê got: “Bîrxistina navê YPG, PYD û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di belgeya lihevkirinê ya di navbera wezîrên karên derve yên hersê welatan, li dijî gelê Kurd neheqî ye û nîşan dide ku dema ku mijar dibe mafên demokratîk ên rewa yên gelê Kurd, hikumetên wan welatan dûrî nirxên demokrasiyê û mirovahiyê dikevin.
Hemû hêzên kurdî û kurdistanî li seranserê Ewropayê û di nav de Swêd û Fînlandiya, tu tevgerên li dijî qanûn û pîvanên wan welatan pêk neanîne.
Wekî PYD em her du gelên Swêd û Fînlandiyayê wekî gelên dost dibînin, baweriya me bi sazî û rêxistinên demokratîk û raya giştî ya demokratîk a her du welatan û Ewropayê heye.”
PYD’ê di dawiyê de diyar kir pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan divê ji bo her kesî derbasdar bin, di nav de gelê Kurd û saziyên wî û ji gelan Swêd û Fînland xwest ku li dijî van lihevkirinên neheq derkevin.