Êrîşa çekdarî ya li Kongoyê 18 kes hatin kuştin û 8 mal hatin şewitandin

Li Komara Kongo ya Demokratîk di êrîşekê de 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

Desthilatên herêmî diyar kirin ku duh komeke tundrew a “Hêzên Demokratîk ên Hevalbend” êrîşî gundê Îbîtîna أبيتينا yê li rojhilatê Kongoyê kir.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 18 kes hatin kuştin û 8 mal jî hatin şewitandin.

“Hêzên Demokratîk ên Hevalbend” komeke Îslamî Ogendî ye, ji dawiya Cotmeha borî ve, êrîşên xwe yên li ser rojhilatê Kongoyê zêde kiriye.

Meha Cotmehê jî ev koma çekdar li heman cîhî êrîş pêk anîbû û di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Rayedarên Kongoyê jî diyar dikin ku ji sala 2014’an ve bi sedan sivîl ji aliyê vê komê ve hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button