Dadgeha ewlehiya Urdinê hikumê 15 salan li 24 Urdiniyên girêdayî DAIŞê, birîn.
Li gorî ajansa AFP, duh dadgehê li 14 tawanbarên ku di bin navê “Xelîyet el-Risêfa” de tev digerin, li gel karên giran 15 sal ceza birrî.
Li tawanbarekî din jî li gel karên giran 10 sal ceza hatin birrîn.
Her weha dadgehê biryara efûyê da tawanbarekî û yek ji wan jî ji ber jiyana xwe ji dest da hikum ji ser ket.
Li gorî lîsteya sûcan vê şaneyê tevî êrîşa li dijî avahiya istixbaratê, balyozxaneya Emerîkî û dêrekê plana gelek êrîşan kiribûn.
Endamên vê şaneyê, di Mijdara 2017’an de ji aliyê rêxistinên istixbaratê ve hatin girtin.
Her weha dadgeha ewlehiya Urdinê, 9 Urdiniyên din ku tiliya wan di plankirina êrîşên terorîst de heye, darizandin.
Hikumê li wan hat birîn jî, ji 8 heya 15 salan e.
Di 19ê Kanûna 2016’an de, êrîşeke DAIŞ’ê li parêzgeha Kerek pêk hat, hingê jî tevî 7 xebatkarên ewlehiyê bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.