Şandeya dîplomasî ya Siûdiyê: Emê li Şamê xebatên xwe ji nû ve bidin destpêkirin

Piştî ku Sûriye vegeriya Komkara Erebî, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî da zanîn ku şandeya wê ya dîplomasî ya li Sûriyeyê dê xebatên xwe ji nû ve dest pê bike.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan biryara domandina xebatên şandeya xwe ya dîplomasî li Şamê daye.

Wezaretê destnîşan kir ku armanca vê biryarê pêkanîna aramiyê li herêmê û pêşxistina xebatên hevbeş ên erebî ye.

Her wiha, wezaretê destnîşan kir ku biryara domandina xebatên şandeya dîplomasî di encama biryara Komkara Erebî de ya ku piştî civîna wezîrên karên derve yên ereb hatiye darxistin, hat dayîn.

Wezaretê diyar kir ku domandina xebatên şandeya dîplomasî ya li Sûriyeyê dê li gor nirxên peymanên NY û Komkara Erebî û pîvanên navneteweyî bi rê ve biçin.

Back to top button