TEV-DEM’ê diyar kir ku bombebarankirina Nexweşxaneya Til Rifetê komkujiyeke nû ye û bang li tevahî gelê herêmê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana koçberên Efrînê yên li Şehbayê.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi zêdekirina êrişên xwe armanc dike ku darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi ser nexe û got:
Bii ragihandina insiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyê a ji aliyê Rêveberiya Xweser û avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk êrişên xwe yên asîmanî li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwar kirin.
Têkildarî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya li hemberî van êrişan jî TEV-DEM’ê ev tiş got:
Diyar e ku Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê naxwazin destwerdanê bikin.
Bi wê re eşkere dibe ku sedema bêdengiyê ew her du alî berjewendiyên xwe yên siyasî esas digirin û guh nadin berjewendiyên gelan.
TEV-DEM: Dewleta Tirk naxwaze darzandina çeteyan bi ser bikeve
Êrişên ketober û balafirên şer ên Tirkiyê herêmên hêzên hikumeta Şamê jî bin pê dike. Lê Rûsya û Şamê li hemberî êrişên faşîzmane yên dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan nadin.
TEV-DEM’ê îşaret bi êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê jî kir û diyar kir ku bombebarana hovane ya dewleta Tirk a li dijî Nexweşxaneyê sûc û komkujiyeke nû ye. Armanc jê koçberî ye.
TEV-DEM’ê got, vîn û îsrara gelê me a ji bo berxwedanê zêde dibe.
Ji ber vê yekê jî delweta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dike da ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe û nehêle darizandina terorîstên DAIŞ’ê bi ser bikeve.
Dawiyê TEV-DEM’ê daxuyand ku NY, rêxistinên mafên mirovan û Xaça Sor a navneteweyî berpirsên van êrişan e û diyar kir ku divê gel li her cihî asta berxwedan û têkoşînê xurt bikin.