KCK: Bi hevgirtina gel û gerîlla wê êriş têk biçe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevgirtina gel û gerîlla wê êrişa dagirkeriya Tirk têk bibe.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de dibêje:
“Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîst e gelê Başûrê Kurdistanê rabe ser piyan û erka xwe ya welatparêziyê bi cih bîne.”

Têkildarî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, Konseya Hevserokatiyê ya KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê ragihand ku piştî hevdîtina dawî ya Mesrûr Barzanî, Erdogan û serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan, êrişa li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê ne tesadufe û ev got;

“Bi hevkariya PDK û faşîzma Tirk, dixwazin Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin.

Di wextekî de ku gelê Kurd li her deverê bang li PDK’ê dike da ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde, ya hatî kirin tam berovajî ye.

Li şûna guh bide banga gel, PDK hîn zêdetir bûye beşek ji êrişa dagirkeriyê.

Eger PDK’ê destûrê nede, artêşa Tirk li Bamernê, Amediyê, Derelok û Şeladize nikare êriş bike.

Hemwextî van êrişan, hêzên taybet ên PDK’ê, qadên gerîlla dorpêç kirin.”

KCK: Divê gelê Başûr rabe ser piyan û erka xwe ya welatparêziyê bi cih bîne

KCK’ê da xuyakirin ev êrişên dagirkeriyê, ne tenê li dijî tevgera azadiyê û gerîlayên wê yên fedaî ne û got:

“Bi vê êrişê re plan ew e ku li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê, mezin bike û destketiyên li Başûr jî bi temamî ji holê rake.”

Li hemberî êrişa dagirkeriyê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ev bang kir:

“Divê tevahiya gelê me, saziyên demokratîk û hêzên siyasî hemû li dijî van êrişan rabin.

Bi taybet gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrişa 2008’an rabû ser piya û rê neda dagirkeran, pêwîst e niha jî xwedî heman helwestê be.

Bêguman çawa ku gerîla 40 salan têkoşiya, çawa ku sala 2021’ê derseke dîrokî da artêşa Tirk wê li hemberî vê êrişê jî şerekî mezin bike. ”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku êrişa dawî ya dagirkeriya Tirk bi destûra Amerîka û Ewrûpayê pêk hatiye û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk li ser hesabê başkirina pêwendiyan, bazarê li ser Kurdan dike.

Hêzên ku xwe weke dijberên dagirkirina Ûkraynayê nîşan didin, li hemberî kuştina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê bêdeng in.

Ji ber vê yekê divê gelên li Ewrûpa û Amerîkayê li ber pêwendiyên qirêj rabin.”

KCK’ê: Bi êrişa li dijî Şengalê re, hevkariya dewleta Iraqê jî eşkere bû

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrişên dawî yên li dijî civaka Êzdî jî wiha nirxand:

Dewleta Iraqê berpirsê van êrişan e.

Li şûna ku dijberiya dagirkirina Başûrê Kurdistanê bike, êrişî civaka Êzdî dike.

Êdî zelal e ku Iraq bûye hêsîrê destê Tirkiye û PDK’ê.

Şefê faşîzma Tirk Erdogan dibêje, deverên Başûrê Kurdistanê di bin kontrola wan de ne.

Wisa xuya dike ku Iraq û PDK’ê, qadeke berfireh pêşkêşî Tirkiyê kirine.

Li hemberî vê plana qirker, rêya serfiraziyê, têkoşîna hevkar a gerîla û gelê Kurd e.

Back to top button