Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Qilabanê de bi kêmanî 8 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Xakurk û Şirnexê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hate parvekirin:
19’ê Tebaxê gerîla konvoyeke leşkerî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker a li nêzî gundê Avka Masiya a dikeve navbera rêya Cizîr û Şirnexê kirine hedef.
Di vê çalakiyê de ku wesayîteke bi tîpa kîrpî hate hedefkirin û bi xurtî hate lêxistin de, wesayît derb xwar, lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerila 21’ê Tebaxê li dijî yekîneyên operasyona artêşa dewleta Tirk a dagirker a li herêma Girê Şekîf a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûne çalakiyek hatiye kirin.
Di vê çalakiyê de bi xurtî li hêzên dijmin hate xistin bi kêmanîe 3 leşker hatin kuştin.
21’ê Tebaxê gerîla di navbera rêya gundên Akir û Soyan ên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê du wesayîtên bi tîpa kobra kirin hedef.
Di vê çalakiyê de ku her du wesayît bi xurtî hatin hedefkirin, wesayîta bi tîpa kîrpî bi temamî hate têkbirin.Qasî hate zelalkirin 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.