Îro beşa çaremîn a koçberên Idlibê gihişt bajarê Minbicê

Îro jî beşa çaremîn a koçberên Idlibê ku ji 200 malbatî pêk tê, derbasî bajarê Minbicê bû.

Beşa çaremîn a Koçberên Idlibê bi koordîneya lîwa El-Şîmal Dîmokratîk a ku di bin banê QSD’ê de ye hat pêşwazîkirin.

Beşa çaremîn a koçberê Idlibê ji 200 malbatî pêk tê.

Ev beşa koçberan wê li kampa Mehmûdiliyê ya li gundê Ebû Qibê’a ya bajarê Reqayê were bicihkirin.

Ji ber hejmara mezin ya koçberên Idlibê, kampeke li gundê Cideydet El-Humir tê amade kirin.

Bi banga fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlum Ebdî bi sedan koçberên Idlibê derbasî herêmê bûne.

Back to top button