TEVÎ GEFÊN TIRKIYÊ..REJÎM CAREKE DIN NUQTEYÊN DEWLETA TIRK DIKE ARMANC

Tevî hişyarî û gefên dewleta Tirk ji rejîmê re.. îro rejîma Sûrî careke din ”nuqteyeke çavdêriyê” ya dewleta Tirk li Idlibê kire armanc.

 

Rejîma Sûrî di çarçoveya pêşketinên li ser erdê, li herêma Surman li rojhilatê Idlibê nuqteyeke din a ”Çavdêriyê’ ya dewleta Tirk kire armanc.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, rejîmê bi çekên giran nuqte kire armanc.

Ji aliyê xwe ve rayedarên Tirk ji ajansa Reutersê re armanckirin piştrast kir û diyar kirin ku di encam de ti ziyanên canî çênebûne.

Ev armancgirtina rejîmê ji nuqteyên dewleta Tirk re di wextekî de tên ku dewleta Tirk û li ser zimanê Wezîrê karê derve Mavûlod Çaowşoglo gef li rejîma Sûrî xwar û got: Bila rejîm bi agir nelîze.

Her wiha duh jî berdevkê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin da xuyakirin ku der barê armancgirtina rejîma Sûrî ji karwanên Tirk re, ew ê li gel Rûsya gotûbêjiyê bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button