Di êrîşên Amerîkî de 3 leşkerên Iraqî û 2 polîs hatin kuştin

Artêşa Iraqê encama êrîşa Amerîkayê li ser nuqteyên artêşê li parêzgeha Babilê eşkere kir û metirsiya vê yekê anî ziman.

Îran jî tewanbarên Amerîka yên li dijî wê red kir.

 

Fermandariya Operasiyonên Hevbeş ya Iraqê diyar kir ku îro di saet 1 şevê de balafirên şer yên Amerîkî baragehên artêşa Iraqî û foca Polîsan ên li parêzgeha Babilê ya Iraqê kirin hedef.

Di encamê de 3 leşker, 3 polîs û sivîlek hatin kuştin, her wiha 4 leşker û 2 polîs jî birîndar bûn.

Sseokê Iraqê Berhem Salih êrîşa Amerîkayê ya li dijî nuqteyên artêşa Iraqê şermezar kir.

Wezarta Derve ya Iraqê jî derbarê êrîşên Amerîkê, balyozên Amerîka û Brîtanyayê vexwendin li gel xwe.

Pentagon derbarê êrîşan de Îran hişiyar kir

Pentagon jî, Îranê hişyar kir ku derbarê êrîşên artêşa Amerîkî ser baregehên Hizbullayê ti bersivê nede.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Îranê tewanbariya Amerîka derbarê êrîşa li ser hêzên koalisyonê li Iraqê red kir.

Back to top button