Danûstandinên aliyên leşkerî yên Rûsî-Tirkî bi dawî bûn

Dewleta Tirk li ser mayîndebûna dagirkeriya xwe li Idlibê teqez kir û got, ew ê xwe ji nuqteyên xwe venekişîne.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar ragihand ku ew ê çekên xwe ji nuqteyên xwe yên li Idlibê venekişînin û dê dewriyeyên hevbeş li gel Rûsyayê 15’ê mehê li ser riya M4 despê bikin.

 

Danûstaniyên aliyên leşkerî yên Rûsya û dewleta Tirk derbarê Idlibê bi dawî bûn.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar ragihand ku piştî danûstandinên navborî li Enqereyê, wan li gel Rûsyayê lihevkirina ku tê cîbicîkirin, îmze kir.

Li gorî Akar, 15’ê mehê wê dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li ser riya M4 a li başûrê Idlibê despê bikin.

Ev gav wê bibe destpêka agirbesteke mayînde.

Dewleta tirk 50 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Her wiha ji bo birêvebirina xebatên du-alî li Idlibê, wê odeyeke hevbeş bi Rûsyayê re bê avakirin.

Beriya dema pêkanîna dewriyeyên hevbeş, dewleta Tirk îro derdora 50 maşîneyên din ên leşkerî ji dergeha Kefer Losîn derbasî bakurê Idlibê kirin.

Dewleta Tirk li ser mayîndebûna dagireriya xwe tekez kir

Wezareta Parastina dewleta Tirk li ser mayîndebûna dagirkeriya xwe li Idlibê jî teqez kir û got, ew ê çekên xwe ji nuqteyên xwe venekişînin.

Wezîrê parastina tirkiyê û hempîşeyê xwe yê birîtanî çûn ser sînor

Hemwextî wê piştî gotûbêjkirina rewşa Idlibê, wezîrê parastinê yê Tirkiyê û hempîşeyê wê yê Birîtanî Ben Wallace çûn ber sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê.

29’ê Sibata 2019’an Rûsya li ser zimanê nûnerê xwe yê li NY Vasily Nebenzya destnîşan kiribû ku terorîstên li Idlibê nuqteyên dewleta Tirk ji xwe re kirine odeyên êrîşan û ev terorîst ji van nuqteyan êrîşan pêk tînin.

Rejîmê gundewarê Lazqiyê topbaran kir

Li aliyekî din tevî agribesta Putin-Erdogan, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rejîma Sûrî derdora herêma Kebanê û rêyên diçin gundewarê Lazqiyê kirin hedef.

Îro jî, wezareta veguhestinê yê rejîma Sûrî ragihand ku “eger lihevkirina Moskovayê” pêk were, ew ê bi temamî rêya M4 a Heleb-Laziqiyê vekin.

5’ê Adarê, lihevkirinek navbera Erdogan û Putin pêk hat.

Di encamê de agirbesta li Idlibê hat ragihandin û ev agirbest tevî gelek binpêkirinan, kete hefteya xwe ya duyemîn de.

Back to top button