Li Misirê Bahoza “Tinîn” 20 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber Bahoza bi navê “Tinîn” a li Misirê rû daye, ji duh heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û zerar gihîştiye gelek parêzgehên din ên Misrê.

Ji ber bahozê li parêzgeha Eswanê, ji ber ketina banê saloneke ku amadekariya şahiya derçûnê lê dihate kirin, xwendekareke hemşîreyê jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Li Cîzayê jî, 2 ciwan gava erebeyeke xerbabûyî dehf didan, bi kehrebê mirin.

Her wekî ji ber destpelîna li amûdên kehrebê, 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li parêzgeha Qena jî malek hat xwarê, zarokeke 5 salî jiyana xwe ji dest da, 5 jî birîndar bûn.

Li devera Îmbaba ya li Cîzayê jî, 2 trên ji rê derketin û li hev qelibîn, di encamê de 20 kes birîndar bûn.

Desteya Avhewaya Misirê hişyarî da, wê îro bahoza Tinîn bigihêje lûtkeyê, ji ber lezbûna bayê wê 90 km di saetê de derbas bike.

Ji ber hatina bayekî germ ji Lîbya û bayekî cemidî ji Ewropayê, navê “Tinîn” lê hate kirin, li gel vê, baraneke xurt jî dibare.

Li gorî agahiyên dawî heta niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin, ev bahoz belkî li hinek welatên derdorê jî belav bibe.

 

Back to top button