Foza Yûsiv: Erdogan dixawaze Trump destûrê bide dagirkirinê

Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Foza Yûsiv têkildarî rewşa dawî ya Sûrî û bazarên dewletên derve li ser Sûrî nirxand.
Foza Yûsiv diyar kir ku serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan di nava aloziyekî mezin de ye û ji bo serkeftinekê li gorî xwe bi dest bixe di nava hewildanan de ye. Foza Yûsiv got: Li dijî dagirkerî û avakirina destûrê helwesta rêvberiyên xweser diyare û bêyî naskirina îradeya gelê Kurd ti pilan biser nakevin.

Endama Rêveberiya Navenda Têkiliyên Tîplomasî a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv, derbarê rewşa Sûrî û hewlidanên dagirkeriya dewleta tirkiyê ji bo herêmê re ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Foza Yûsiv, destnîşan kir ku civîna di 16’ê Îlonê de li Enqereyê pêk hat, berdewama civînên Astana bû û wiha got:

Ji mijarên bingehîn ên ku li ser li hevkirin li gor ku diyar dibe, avakirina komita destûrî bû.

Lê bi şertê ku rêvebiriya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têde cih negire bû. Di civînê de xwestin agirbesta li Idlibê berdewam bike û rê nedin damezrandina tu rêvebiriyên xweser ên li Sûriye.

Dixwazin em dîsa li dema beriya sala 2011’an vegerin. Ev jî ji bo gelê Sûrî intixare.

Foza bal kişand ser tevlêbûna Serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan ya civina Neteweyên Yekbûyî û wiha axivî:

Erdogan dixwaze Trump rê bide dagirkeriya wî. Lê ya diyar Emerîka ev destur ne daye Erdogan.

Lê ji gotinên Erdogan diyare ku ewê dîsa hewlbide peymana parastina sînor li gor xwe pênase bike û pêk bîne.

Lê ev yek ji hêla rêvebiriya xweser û QSD ve wê neyê pejirandin.

FOZA YÛSIV: ERDOGAN DI NAVA ALOZIYEK MEZIN DE YE

Endama Rêveberiya Navenda Têkiliyên Tîplomasî a TEV-DEM’ê ev hewildanên Erdogan weke têkçûna wê nirxand û ev tişt anî ziman:

Erdogan di nava aloziyeke mezin deye.

Ji bo serkeftinekê bidest bixe di nava hewildanên cur be cur de ye.

Ger li Tirkiyê hilbijartina pêşwext çêbibe, ne dûre ku heta leşkerî jî êrîş bike.

Ji bo penaberan ew dixwaze demografiya herêmê bi guherîne.

Lê teqez ev yek wê neyê qebûlkirin divê derbarê de helwesta rêvbiriya xweser zelale.

FOZA YÛSIV: DIVÊ EM ZANIBIN LI SER KURDAN LÎSTOK HEYE

Yusuf bal kişan ser komîsyona avakirina destdûra Sûriye û cih-nedayîna Kurdan û wiha dewam kir:

Ev planeke pir xerabe.

Ev yek aloziya Sûrî kûrtir dike.

Lê mixabin ew ne di ferqa vê yekê dene.

Wê çiqas ev komîte karê xwe bi ser xe ez ne bawerim.

Pêwîste em bizanin ku carekedin listok li ser kurdan heye.

Helwesta me zelale emê bi tu awayî biryarên ku dervî vîna derkevin qebûl nekin”

FOZA YÛSIV: KURD LI KU BIN EW DER BI HÊZ E

Endama Rêveberiya Navenda Têkiliyên Tîplomasî a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv heri dawî li ser rol û rista Kurdan axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Kurd di vê sedsaliyê de xwedî siyaset in û xwedî proje ne.

Di herêm de jî bûne xwedî bandor û gelek caran eşkerebû ku Kurd erê nikarin lîstokên mezin saz bikin.

Lê karin lîstokên mezin xera bikin.

Ev yek di hilbijartinên şaredariyê li Tirkî aşkere derket holê.

Kurd li ku bin wir bi hêz dibe.

Leave a Reply

Back to top button