Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Bi dehan endamên HPC ên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li qada Azadî ya navçeya Girkê Legê kom bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar dikin ku tê de xirabtirîn şêweyên tundî, êşkence û guhartina demografî li herêmên dagirkirî dide meşandin.
Em rê nadin ku dagirkeriya Tirk careke din êrişî xaka me bike û em ê bi şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”