Konseya Yekîtiya Ewrûpa: Tirkiyê ji nirx û pîvanên yekîtiyê dûr ketiye

Konseya Yekîtiya Ewrûpayê careke din biryar da ku danûstandinên ji bo endametiya Tirkiyê rawestîne. Li gorî konseyê, Enqerê her ku diçe ji pîvan û nirxên demokrasî û azadiyê yên Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve.

Konseya Yekîtiya Ewrûpayê beriya hevdîtina dawiya salê ya lîderan, civîna amadekariyê pêk anî.

Di civînê de rewşa Tirkiyê û pêvajoya endametiya wê bi awayekî berfereh hat gotûbêjkirin.

Di encamê de biryar hat dayîn ku danûstandinên li gel Tirkiyê neyên kirin.

Bi gotineke din, wê betalkirina danûstandinên li gel Enqerê dewam bikin.

Biryara konseyê jî xwe dispêre vê yekê:

Her ku diçe tê dîtin bê Tirkiyê hê zêdetir ji nirx û pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve.

Li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan,

Zextên li ser azadiya ramanê

Û birêvebirina dadgeriyê ji aliyê desthilatê ve dewam dikin.

Ji ber ziyasetên zextên yên hukûmetê, saziyên civaka sivîl di bin şertên giran de dixebitin.

Lewma pêwîstî pê tine ye ku danûstandin destpê bikin.

Endamên Konseya Ewrûpayê di civînê de destwerdana Tirkiyê ya li welatên herêmê jî bi bîr xistin:

Tirkiyê bi rêyên dij qanûnî çek ji bo hukûmeta Lîbyayê şandin.

 

Back to top button