Macron piştgiriya xwe ji bo Aramiya li Iraqê nîşan da

13’ê Mijdara 2015’an bajarê Şengalê ji aliyê YBŞ, HPG û hêzên din ên Kurdistanî ve hate rizgarkirin. Piştî wê bi deh hezaran Êzdiyên li kampan ketin nava hêvî û bendewariya vegera li cih û warên xwe. Lê hem hesabên siyasî yên hêzên Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK’ê û hem jî êrişên dewleta Tirk ku bi salane dewam dikin, li pêşiya vegera Êzdiyan bû asteng. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî eşkere kir ku astengiya li pêşkiya vegera Êzdiyan ji bo Şengalê, êrişên dewleta Tirk e.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron duh bi şev piştî serdana xwe ya Bexdayê berê xwe da Hewlêrê.

Macron ji aliyê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî û wezîrên din ve hat pêşwazîkirin.

Di saetên nîvro de jî Macron ji Hewlêrê berê xwe da Musilê û serdana Dêra Sae û çend cihek din ên dîrokî û olî kir û piştre li gel kesayetên olî û siyasî yên bajêr civiya.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgiriya xwe ya şerê djiî DAIŞ’ê li Iraqê nîşan da û got ku wê Fransa ji bo avakirina Musilê di demek zû de kar bike.

Emmanuel Macron diyar kir ku Fransa ji bo avakirina Musilê dixebite û ji bo vê gelek proje hene, ji van projeyan yek jê vekirina konsolxaneya Fransa û ji bo vegera penaberan karkirina li gel rayedarên Iraqê ye.

Macron: ji ber êrîşên Tirkiyê Şengalî nikarin vegerin warê xwe

Serokomarê Fransayê Macron balkişande ser rewşa Şengalê jî û wiha got:

“Ji ber êrişên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî mal û xaka xwe bicih hiştine û penaber bûne.

Niha nikarin vegerin Şengalê, ji ber ku Tirkiye êrişî wan herêman dike û gelek astengî hene.”

Back to top button