Li Amedê daxwiyanî: Li hemberî berbeyê bêdeng nemînin

Li dijî xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ber Lijneya Hilbijartinê ya Amedê ji aliyê gelek partiya ve daxwiyanî hat dayîn.
Partiyan hişyarş dan kesên ku dixwazin îradeya gelê xesb bike û got:
“Divê her kes li cihê lê ye li dijî vê bêhiqûqiyê derkeve û bertekên xwe yên demokratik nîşan bide.”

Gelek patiyan bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê ya ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve da .

Rêxistina DEM Partî ya Amedê li dijî xespkirina Şaredariya Wanê daxuyanî da .

Di daxuyaniyê de girseyê bêyî navber dirûşmeya “Abdullah Zeydan rumeta me ye” berz kirin.

Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn axivî û got:

Em ê şandina qeyûman nîşanê her kesî bidin û got tişta li dijî faşîzmê bê kirin wê bikin.

Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye. Bila her kes li dijî vê rêzdar be.”

Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî axivî û da xuyakirin ku divê li dijî vê her kes berteka xwe nîşan bide.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî axivî û û da xuyakirin ku gelê Kurdistanê li gel Wanê ye û wê şaredariyên xwe teslîmê wan nekin.

Polîsan mudaxaleyê girseyê kirin û encama mudaxaleya polîsan de milê welatiyekî hat şikestin û 4 welatî hatin binçavkirin.

Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî bertek nîşanî xespkirina li Wan dan

Saziyan Asûrî, Suryanî û Keldanî jî diyar kirin ku xespkirina neheqî ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ne rewa ye û gotin:

“Yên ku hurmetê nîşanî vîn, biryar û mafên gel nedin, wê di dîrokê de bên lanetkirin.”

Pîk: Divê em li dijî xespkirina vîna gel derkevin

Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) jî bi heman armancê daxwiyaniyek da û got:

“Em sekna li dijî zilm, zordarî û xespkirina vîna gelê xwe ya ji aliyê dewleta Tirk pêk hatiye, weke erka xwe dibînin.”

Baroya Rihayê û Ohd: Em ê rê nedin feraseta qeyûm

Baroya Rihayê û Şaxa OHD a Rihayê diyar kirin ku biryar berhema feraseta qeyûm e û got: “Em ê rê nedin feraseta qeyûm.”

Back to top button