Xelkên Mexmûrê piştgirî dan berxwedana xelkên Wanê

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi gelê Wanê re nîşan dan û nenaskirina îradeya gel ya ji aliyê rejima AKP-MHP’ê ve bi tundî şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna gel ya li Saziya Ciwanan a Mexmûrê destpê kir.

Li ser navê gelê wargehê Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.

Bedran Pîranî balkişand li ser înkara dewleta Tirk ya li hemberî destkeftî û îradeya gelê Kurd û got:

“Ruxmê hemû kiryarên qirêj ên rejîma AKP’ê gelê Kurd bi îradeyek mezin çûn ser sindoqan û dengê xwe dan xwe.

Di vê hilbijartinê de derbeyek mezin li rejîma AKP’ê ya desthilatdar hatiye xistin.

Ji bo ku vê windahiya xwe veşêre êrişî şaredariyên ku bi îradeya gel hatine bidestxistin, dike.

Pîranî di dawiya axavtina xwe de ev bang kir:

“Divê gelê me li hember sîstema qeyûm danînê îradeya xwe biparêzin û xwedî li şaredariyên xwe derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ di dawî bû.

Back to top button